Dewleta Tirk gundên Efrînê hildiweşîne û dîwar lê dike

Dewleta Tirk a dagirker li gundên Kîmare, Cîlbîl û Meryemînê dîwaran lê dike, ev dîwar sê parçe ne. Bi van dîwaran re dixwazin Efrînê ji hemû herêman qut bikin.

Dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina Efrînê re dest bi talan, xesp û revandina mirovan kiribû. Dewleta Tirk niha jî li Efrînê dîwaran lêdike û hewl dide Efrînê ji hemû herêman qut bike.

Dewleta Tirk a dagirker li gundên Kîmare û Cîlbîl ê Şerewaya Efrînê û li gundê Meryemînê yê Şerayê dîwarên sê parçeyê lêdike. Ev dîwar 3 metre bilind in. Dewleta Tirk heta niha li gundê Cîlbîlê 20 mal hilweşand. Ji bo ku balê nekşînin, van dîwaran sê parçeyan lêdikin û tê diyarkirin ku dixwazin heta hefteyekê van dîwaran bikin yek. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin ev dîwar wê 70 kîlometre dirêj bin. Dîwar wê ji herêma Şêx Berekat heta Efrîn û Ezazê be. Bi van dîwaran re dixwazin Efrînê ji hemû herêman qut bikin. Tê diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku çeteyan biparêze, van dîwaran lê dike.

REJÎMA SÛRIYEYÊ BÊDENG E

Ev dîwar li pêş çavê rejîma Sûriyeyê tê lêkirin. Bendên leşkerî yên rejîma Sûriyeyê li herêma Şehba û Şerewayê heye. Di navbera bendên rejîmê yên li gundên Tinib û Sixûneke yê herêma Şerewayê û van dîwaran de 2 kîlometre heye. Lê heta niha rejîma Sûriyeyê derbarê van dîwaran tu daxuyanî nedaye.

Bendên sereke yên Rûsyayê li Şehbayê hene. Di navbera benda Rûsyayê ya li Keştehare ya Şerewayê û van dîwaran de jî bi tenê 6 kîlometre heye. Balkêş e ku wesayîtên Rûsyayê yên leşkerî gelek caran diçin Efrînê û tên.

TIRKMEN Û EREB LÊ HATIN BICIHKIRIN

Tê diyarkirin ku di nava Efrînê de jî li gelek herêman dîwar tên lêkirin. Kurd nikarin biçin navçeyên Bilbilê û Racoyê yên Efrînê. Ev navçe ji Tirkmenan re hatiye hiştin û tabûrên Tirkmenan li navçeyan hatine bicihkirin. Erebên ku ji Xûtayê jî anîne, li navenda Efrînê bi cih kirine. Kurd li hin gundên Şerewayê hene.

DIXWAZIN HERÊMAN JI HEV QUT BIKIN

Li gorî agahiyên ku hatine, dewleta Tirk di navbera hin herêmên Efrînê de jî dîwaran lê dike û dixwaze herêman ji hev qut bike. Li Efrîn û bejahiya wê nêzî 200 bendên leşkerên yên artêşa Tirk a dagirker hene. Ji xeynî van bendan, hin bendên çeteyan û bendên îstîxbaratê yên dewleta Tirk hene. Dewleta Tirk a dagirker li gelek herêmên Efrînê kamera bi cih kirine. Tê diyarkirin ku her roj li ser Efrînê balefirên şer û yên keşfê digerin.