Dewleta Tirk gelek gundên Til Temirê bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên Til Temirê bombe kir, kesek birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên Til Temirê bombe kir, kesek birîndar bû.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên sibehê ve gundên Til Şinan, Um El-Xêr û Deşîşe yên Til Temirê topbaran dikin. Di encamê de welatiya bi navê Merwa Mihemed Xilêf (30) a ji gundê Um El-Xêr birîndar bû.
Li gorî agahiyan zirar gihaştin malên gundiyan.