Dewleta Tirk êrîşî Tişrînê dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din êrîşeke giran birin ser Bendava Tişrînê.

Li gorî agahiyan, bi dema herêmî saet di 15:00 de li ser Bendava Tişrînê êrîşên giran hatin destpêkirin. Hate ragihandin ku di êrîşan de çekên giran hatin bikaranîn.

Dewleta Tirk a dagirker ji 8'ê Kanûna 2024'an û vir ve êrîşî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê dike. Ji hingî ve bênavber êrîş dewam dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jinê jî bi tundî bersivê didin êrîşan.

Dewleta Tirk tim û tim êrîşî gel dike ku li ser bendavê di nobedê de ye. Ji 8'ê Çileyê û vir ve di êrîşan de zêdeyî 20 sivîl hatin qetilkirin, bi sedan sivîl jî birîndar bûn.