Dewleta Tirk êrişî herêmên Şehba û Til Rifatê kir
Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser herêmên Şehba û Til Rifatê dewam kir.
Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser herêmên Şehba û Til Rifatê dewam kir.
Dewleta Tirk ji doh bi şev heta serê sibehê bi çekên giran û topan êriş bir ser herêmên Şehba û Til Rifatê.
Her wiha gelek gundên Til Rifat û navçeya Şera ya Efrînê bombe kir. Êrişên ku saet di 00:30 ê şevê de dest pê kirin, li dijî gundên Şêx Îsa, Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Şêx Hîlal ên navçeya Şera ya Efrînê, gundên Malikiyê, Şiwarxa, Tat Maraş ên navçeya Til Rifatê hatin kirin.
Ber destê sibehê jî êriş bir ser gundên Methana Feysal û Til Acar ên navçeya Şera û bajarokê Dêrcimêl ê navçeya Til Rifatê.
SERÊ SIBEHÊ JÎ ÊRIŞ KIRIN
Her wiha serê sibehê saet di 06:00 de jî careke din bi topan êriş bir ser gundê Dêrcimêl ê navçeya Til Rifatê.
Li ser encamên şer agahî bi dest neket. Hate ragihandin ku êriş dem bi dem dewam dike.