Dewleta Tirk êrîşî gundê Gozeliyê kir

Dewleta Tirk a dagiker êrîşî gundê Gozeliyê yê Til Temirê kir.

Di roja yekem a Cejna Remezanê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê gundê Gozeliyê yê Til Temirê topbaran dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Gozeliyê yê dikeve başûrê rojavayê navçeya Til Temirê ku li beramberî rêya M4 e bi obus û hawanan topbaran kir.

 Der barê ziyanên topbaranê de agahî nehatin bidestxistin.