Dewleta Tirk êrîşê gundên Rojava kir

Dewleta Tirk a dagirker li Şera, Şehba, Til Rifet û Zirganê êrîşê gelek gundan kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi artêşa xwe ya ji DAÎŞ, El-Nûsra û çeteyên mîna wê berhev kirî ne, gundê Til Enab ê Kantona Şehbayê û gundê Şewarxa yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê bombebaran kir. Li gundên navborî, zêdeyî 40 guleyên topan lê ketin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê, li gorî saeta herêmî saet 20.30’an û şûn ve gundên Şêx Îsa, Kefer Naya û Dêrcimêl ên girêdayî herêma Şehbayê û derdora navçeya Til Rifetê bombebaran kir.

Dewleta dagirker ev hefteyeke, navber nade êrîşên li ser Zirgan a girêdayî Kantona Hesekê, di saetên derengtir de jî gundê Xirbe Şeîr a li başûrê Zirganê bi çekên giran bombebaran kir.