‘Dewleta Tirk dixwaze Xirîstiyanan ji Rojhilata Navîn derxîne’

Partiyên Siryanan diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide avadaniya demografîk biguherînin û Xirîstiyanan ji Rojhilata Navîn derxîne

Partiya Yekîtiyê ya Siryanan û Yekîtiya Jinên Siryan li nava Partiya Yekîtiyê ya Siryanan civîneke çapemeniyê li dar xist. Siryanan diyar kirin ku dewleta Tirk li herêmê sûcê şer dike û hewl dide Xirîstiyanan ji Rojhilata Navîn derxîne.

Di daxuyaniya partiyan de ev tişt hate diyarkirin: “ Em partiyên Siryan bangî Neteweyên Yekbûyî dikin ku bila dewleta Tirk di dadgehên navneteweyî de were darizandin. Dewleta Tirk li Serêkaniyê û Girê Spî li hemberî mirovayetiyê sûc kir.

Dewleta Tirk a dagirker hewl de gelên Siryan û Asûr ji herêmê derxîne û demografiya herêmê biguherîne.”

Partiyan bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kirin ku bila pêşiya vê dagirkeriyê bigirin.