Dewleta Tirk bombe li Dêrikê barand: Zarokek û jinek birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê bombaran kir. Zarokek û jinek birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê bombaran kir. Zarokek û jinek birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine girtin, dewleta Tirk a dagirker carek din êrîşî qadên jiyanê yên sivîlan kir.
Dewleta Tirk Dêrik bombebaran kir, jinek û zarokek birîndar bûn.
BI DEHAN KES HATIN QETILKIRIN
Dewleta Tirk bi taybetî di 4-10’ê Cotmehê de êrîşên dijwar li ser seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîbûn.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî sûcên şer ên dewleta Tirk rapor radestî Neteweyên Yekbûyî (NY) kiribû. Di raporê de hatibû ragihandin ku 304 êrîş ji hewayî û bejahî li ser 224 qadan pêk hat, ji van êrîşan 221 bi top û çekên giran, 83 jî bi dron û balafirên şer hatibûn kirin. Di êrîşan de 47 kes şehîd bûn ku 5 ji wan ji Kobanê bûn, 55 kes jî birîndar bûn. Di êrîşên li ser binesaziyên sivîlan de 56 milyor dolar, xisar çêbû. Bi milyonan kes ji pêdiviyên jiyanî yên mîna elektîrk û avê bêpar man.
BI MILYONAN KES BANDOR BÛN
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) 26’ê Cotmehê daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, zirar gihiştiye binesaziyên jiyanî.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku herî kêm 18 îstasyonên pompekirin avê û 11 santralên elektrîkê zirar dîtin.