Dewleta Tirk careke din Dêrik bomberdûman kir

Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên bajarê Dêrikê yê li Rojava bomberdûman kir.

Li gorî agahiyên ku hatin stendin dewleta Tirk saet di 14.30’an de gundên Qesrok, Çemşeref, Newala Gura û Kasanê yê Dêrikê bomberdûman kiribû. Derbarê êrişê agahiyên berfireh nehatibû stendin.

Dewleta Tirk a dagirker di 1’ê Sibatê de di heman wextê de li Dêrik, Şengal û Mexmûrê dabû. Di santrala elektrîkê ya Gir Kendal a Dêrikê de 4 şervanên QSD’ê şehîd bûbûn û 5 karker jî birîndar bûbûn.