Dewleta Tirk careke din bombe li gundên Şehbayê barand

Dewleta Tirk a dagirker bombe li sê gundên herêma Şehbayê barand.

Hate ragihandin ku êrişê li gorî dema herêmê saet di 22:40'î de dest pê kir. Dewleta Tirk tevî çeteyên xwe bombe li gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Minixê yên herêma Şehbayê barandin.

Li Şehbayê bi giranî Efrînî hene ku cih û warê wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.

Di 11'ê Sibatê de jî dewleta Tirk du caran êrişî gundên Şehbayê kiribû.

Dewleta Tirk hema bêjin her roj bi rêk û pêk bombeyan li qadên sivîlan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê/Rojava dibarîne. Ji êrişên nû yên dagirkeriyê û vir ve ku 9'ê Cotmeha 2019'an dest pê kirin, bi sedan sivîlî jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran jî neçar man malên xwe biterikînin.