Dewleta Tirk bombeyan li dehan gundan dibarîne

Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li 19 gundên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, gundên Semoqa, Şêx Hîlal, Şêx Îsa û Bêlûniyê yên Şehbayê, her wiha gundên Soxanekê, Bênê, Ziyaretê, Dêr Cemal, Aqîbê, Kefer Antûn ên navçeya Şêrawa ya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bombekirin.

Di heman demê de gundên Gozeliyê, Til Cûma, Tewîla, Ûm El Xêr, Til Leben û Til Şenan ên Til Temirê, gundên Zormixar, Beyadî û Şêxler a Jorîn ên Kobanê hatin bombekirin.

Li ser êrîşan agahiyên berfireh bi dest neketin.