Dewleta Tirk bombe li van dibistanan barand

Dewleta Tirk ku li Efrînê dike nake nikare bi YPG/YPJ'ê, bombeyan li sivîlan dibarîne. Heta niha 31 dibistan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine bombekirin. Ji ber bomberdûmanê 13 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan.

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên DAÎŞ/El Qaîdeyê ev 41 roj in bi rengekî bê navber êrîşî Efrînê û navçeyên wê dike. Bi balafirên şer û ji bejahî ve bombe li seranserê herêma Efrînê tên barandin.

Ji ber van êrîşan heta niha bi sedan sivîl şehîd bûne ku piraniya wan jin û zarok in. Her wiha bi sedan sivîl jî birîndar bûne. Bi dehan gund wêran bûne. Ev êrîşên hovane yên dewleta Tirk herî zêde bandorê li zarokan dikin.

13 XWENDEKAR HATIN KUŞTIN

Ji roja destpêkê ya êrîşan ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi taybetî bombeyan li dibistanan dibarînin. Tê texmînkirin ku nêzî 50 hezar zarokên Efrînî ji ber êrîşan nikarin perwerdeya xwe bidomînin. Li herêma Efrînê 318 dibistan hene. Li gorî daneyên Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) 31 ji van dibistanan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine bombekirin. NRLS 28 ji gundên hatine bombekirin kir belge. Ji ber bomberdûmanê heta niha 13 xwendekar mirine.

ÊRÎŞ LI 48 DIBISTANAN HATE KIRIN

Li gorî daneyên Komîteya Perwerdeya Civakê (KPC) dewleta Tirk bi balafirên şer û ji bejahî ve êrîş li 48 dibistanan kir. Di nava van de dibistana ku desteka Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li navenda navçeya Raco hatiye çêkirin jî heye. Li gorî daneyên NRLS, cih û navê dibistanên ku heta niha li Efrînê bûne hedefa dewleta Tirk wiha ye:

HERÊMA RACO

Dibistanên ku bûn hedefa bombeyan:

Dibistana Navîn û Lîse ya Şehîd Demhat

Dibistana Seretayî ya Şehîd Hecmûs

Dibistana Seretayî ya Şehîd Rojhilat

Dibistana Seretayî ya Şehîd Dîcle, gundê Şadiya

Dibistana Seretayî ya Şehîd Ristem, gundê Kude

Dibistana Seretayî ya Şehîd Avesta, gundê Elîbîska

Dibistana Seretayî ya Şehîd Ferîd, gundê Edema

Dibistana Seretayî ya Şehîd Rêdûr, gundê Şîltaht

Dibistana Seretayî ya Şehîd Ehmed Efrîn, gundê Îkîdam

NAVÇEYA ŞERA

Dibistana Seretayî ya Şehîd Bahoz, gundê Qestel Cîndo

Dibistana Seretayî ya Şehîd Siyamend, gundê Bafiyon

Dibistana Seretayî ya gundê Meydankê

NAVÇEYA BILBILÊ

Dibistana Seretayî ya Şehîd Sefkan, gundê Bîbaka

Dibistana Seretayî ya Şehîd, gundê Qurne

Dibistana Seretayî ya Şehîd Mêrxas, gundê Zaîre

Dibistana Seretayî ya Şehîd Avdar, gundê Şehrûz

Dibistana Seretayî ya Şehîd Botan, gundê Elî Kera

Dibistana Seretayî ya Şehîd Avyan, gundê Qestel Xidiriya

Dibistana Seretayî ya Şehîd Cûmo, gundê Ebodan

Dibistana Seretayî ya Şehîd Gebar, gundê Kurdo

Dibistana Seretayî ya Şehîd Jînda, gundê Şerkiya

Dibistana Seretayî ya Şehîd Rezam, gundê Care

Dibistana Seretayî ya Şehîd Yûsif, Bilbilê

NAVÇEYA CINDIRÊSÊ

Dibistana Seretayî ya Aşka Xerbî

Dibistana Seretayî ya gundê Celeme

Dibistana Seretayî ya gundê Akçele

Dibistana Seretayî û Lîse ya Şehîd Gulnaz, gundê Çekela Navîn