Li Til Rifet û Dêrikê êrîşên bi balafirên bêmirov ên biçek

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek li Til Rifet û Dêrikê êrîş kir. Di êrîşan de hin kes birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker îro serê sibehê saet di 06:00 de bi balafireke bêmirov a biçek bombe li maleke li navçeya Til Rifetê ya Kantona Şehbayê barand.

Ji ber êrişê xisareke madî bû.

Serê sibehê saet di 04:00 de jî li gundê Xaneser ê Dêrikê, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek bombe li du wesayitan barand.

Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber êrişê hin kes birîndar bûne.