Dewleta Tirk bombe li malbatekê barand: 3 kes şehîd bûn, yek jê zarok bû

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Um Hermel ê Zirganê bi SÎHA êrîş bir ser malekê. Ji heman malbatê 3 kes qetil kirin.

Li gorî agahiyan, êrîş nîvê şevê saet di 02:30'î de hate kirin.

Di êrîşê de ku bi balafireke bêmirov a bombebarkirî (SÎHA) hate kirin ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn ku yek ji wan zarok bû. Her wiha 4 kes jî birîndar bûn.

Navê kesên şehîd bûne bi vî rengî ye: Îbrahîm Ubeyd El Siyad (50), Hisên Ubeyd El Siyad (35) û Cemîl Mihemed Deham El Siyad (zarok).

Navê birîndaran jî bi vî rengî ye: Şehed Ubeyd El Siyad, Terfa Emo El Siyad, Hind Deham Selîmo, Sîham Deham El Siyad.