Dewleta Tirk bombe li gundên Suryanî û Êzidî barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Tirbespiyê yên Kantona Qamişloyê barand.
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Tirbespiyê yên Kantona Qamişloyê barand.
Li gorî agahiyan, artêşa Tirk topbaran li gundê Til Ebas ê Suryanî yê li Tirbespiyê kir.
Hate ragihandin ku sê top li gund ketin, yek jê jî li nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê ket.
Dewleta Tirk piştî gundê Suryanî vê carê jî bombe li gundê Til Xatûn barand ku piraniya şêniyên wê Êzidî ne.
Têkildarî êrişan agahiyên berfireh bi dest neketin.