Dewleta Tirk bombe li bejahiya Şêrawa û Şehbayê barand
Dewleta Tirk a dagirker careke din topbaran li gundê Bênê yê Şêrawa û gundê Bêlûniyê yê Şehbayê kir.
Dewleta Tirk a dagirker careke din topbaran li gundê Bênê yê Şêrawa û gundê Bêlûniyê yê Şehbayê kir.
Dewleta Tirk a dagirker serê sibehê topbaran li gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê kir. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, bombardûmana li herêmê hîn jî dewam dike.
Dagirkeran doh êvarê jî topbaran li gundê Bêlûniyê yê Şehbayê kirin.
Li ser encamên êrîşê agahiyên berfireh bi dest neketin.