Dewleta Tirk bi tankan bombe li Şerayê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi tankan bombe li navçeya Şera ya Efrînê barand.
Dewleta Tirk a dagirker bi tankan bombe li navçeya Şera ya Efrînê barand.
Dewleta Tirk ku ji sala 2018'an ve Efrîn dagir kiriye û bi her awayî sûcên li dijî mirovahiyê dike, careke din bombe li herêmê barand.
Li gorî agahiyan, saet di 11:00 ê herêmê, dewleta Tirk bi tankan bombe li gundên Meranaz, Alqemiyê û Şiwarxa yên Şerayê barand.
Têkildarî êrişê agahiyên berfireh bi dest neketin.