'Dewleta Tirk bi cezayên disîplînê raya giştî dixapîne'

Endamê Înîsiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyê Mustafa Cîbraîl diyar kir ku doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan siyasî ye û divê cezayên disîplînê li ser neyên ferzkirin.

Endamê Înîsiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyê Cibraîl Mistefa têkîldarê pergala tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

‘ÇARESERIYA PIRSIGRÊKÊN ROJHILATA NAVÎN RÊBER APO YE’

Cîbraîl Mistefa diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewamiya komploya navneteweyî ye û got: “Bi komployê di kesayeta Rêber Apo de, fikir û projeya Rêber Apo tê armanckirin. Ji ber projeya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Lê ev ne li gorî pergala modernîteya kapîtalîzmê bû. Ji ber vê ev 24 sal in li ser Rêber Apo tecrîd tê ferzkirin. Ji bilî tecrîdê dewleta Tirk bi rê û rêbazên cuda dixwaze li siyaseta xwe ya li ser Rêber Apo dewam bike. Mafê hevdîtinê yê Rêber Apo bi parêzer, malbat, ragihandin û desteya tenduristî ya cîhanî re, tê astengkirin. Ji zû ve ye dewleta Tirk cezayên dîsîplînê li ser Rêber Apo ferz dike.”

Mistefa bal kişand bi ser cezayên dîsîplînê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Doza Rêber Apo siyasî ye, li gorî zagonên navneteweyî kesên ji siyasetê hatine girtin sûc nekirine, li ber pergala hikûmetê rabûne. Ji bo kesên ji siyasetê hatine girtin, cezayên disîplînê nayên ferz kirin. Ji bo wê li gorî zagonên navneteweyî kesên divê hesab jê were xwestin berpirsên dewleta Tirk in, lê dema edalet, exlaq û pîvanên hiqûqî li gorî berjewendiyên siyasî bin ev ceza tên qebûl kirin û ferzkirin.”

Di berdewama axaftina xwe de Mistefa bal kişand bi ser nêzîkatiyên CPT û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek komîte çûn Îmraliyê; yek ji wan jî komîteya CPT bû. Komîteya CPT’yê di rapora xwe de dibêje; ‘Mafê mirovan li Îmraliyê nîn e.’ Di aliyê fîzîkî de rewşa Rêber Apo di xeteriyê de ye, ji bo wê berî demekê me ji komîteya CPT’yê daxwaz kir ku raporek li ser tenduristiya Rêber Apo bidin. Berî demekê CPT serdana Îmraliyê kir, lê heta niha jî rewşa Rêber Apo nehatiye zelal kirin. Ev yek nîşan dide ku CPT ne bi serê xwe ye, ew jî di bin kontrola hêzên modernîteya kapîtalîzmê de ye. Li ser vî esasî jî dewleta Tirk ji her çend mehan carekê tiştên cuda dike hincet. Me Înîsiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyê, bi awayekê fermî daxwaz kir ku Rêber Apo bi parêzeran re hevdîtinê bike.”  

‘JI BO AZADIYA RÊBER APO DAKEVIN QADAN’

Cibraîl bal bir ser rola berxwedana gel û wiha got: “Di azadiya Rêber Apo de çiqas parastina hiqûqî giring be, parastina civakî jî ewqas giring û esas e. Di destpêka komployê de bi hezaran Kurd derketin kolanan û çalakiyên mezin pêk anîn. Yek ji sedemên ku cezayê bidarvekirinê rakirin, ew bû ku gel zextê li ser dewleta Tirk û hevkarên wê kir. Di vê pêvajoya hesas de divê gel careke din dakeve kolanan û ji bo azadiya Rêber Apo li hemû bajaran çalakiyan li dar bixe. Dewleta Tirk di zagonên xwe de dibêje ger pîvanên zagonên dadgehê ne li gorî pîvanên mirovahiyê bin divê zagonên navneteweyî pêk bîne. Bi vê yekê diyar e ku dewleta Tirk giringiyê bi zagonên xwe jî nade.”