'Dewleta Tirk aciz e, ji ber ku gel dibin xwedî maf'

Ji rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzidî Gulê Cafer got, bi projeya Neteweya Demokratîk a li Rojava re hemû gel bûne xwedî maf û diyar kir, dewleta Tirk ji vê rewşê aciz e.

Berxwedana Efrîniyan a li Şehbayê dewam dike ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê neçar mabûn ji Efrînê koç bikin. Di dema dagirkirina Efrînê de civaka Êzidî jî bû hedefa êrîşên dewleta Tirk. Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzidî Gulê Cafer bi bîr xist, ku fermana 73'an bi destê çeteyên DAÎŞ'ê ku pişta xwe didin dewleta Tirk, li civaka wan rabûye. Cafer diyar bir, bi saya berxwedana gerîlayên HPG-YJA Starê û şervanên YPG-YPJ'ê pêşî li komkujiyên giran hatiye girtin û got, dewleta Tirk mîna her carê dixwaze destketiyên gelê Kurd ji holê rake û îradeya Kurdan bişikîne.

Cafer diyar kir, bi projeya Neteweya Demokratîk a li Rojava û Bakurê Sûriyeyê re gel hemû bûne xwedî maf û got, "Vê yekê dewleta Tirk timî aciz kir. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê yên sala 2014'an bi piştgiriya dewleta Tirk êrîş birin ser Şengalê, bi berxwedana gerîlayên HPG'ê û şervanên YPG-YPJ'ê têk çûn û Şengal azad bû, hesabên dewleta Tirk li hev derneket."

Cafer got, dewleta Tirk ji bo bêhnê bîne ber DAÎŞ a li ber tinebûnê ye, êrîş bir ser Efrînê û anî ziman, dewleta Tirk bi 58 rojan bi çekên NATO'yê êrîşî Efrînê kir, lê cîhan li pêşberî vê bêdeng ma. Cafer got, "Dewleta Tirk cara destpêkê 20'ê Sibatê êrîşî Efrînê nekir. Destpêkê, sala 2012'an bi rêya çeteyan êrîşî gundê Êzidiyan Qestel Cîndo kir û ji hingî ve hewl da Efrînê dagir bike. Bi berxwedana YPG-YPJ'ê ev êrîş hatibû şikandin. Dewlet Tirk sala 2013'an jî bi 21 komên çete êrîşî Şêrawa kiribû. Bi taybetî êrîş biribû ser gundê Basûfanê ku gundekî Êzidiyan e. Ev êrîş jî bi berxwedana YPG-YPJ'ê hatibû şikandin."

LI EFRÎNÊ QIRKIRINA ÇANDÎ TÊ KIRIN

Cafer got, dewleta Tirk piştî ku Efrîn dagir kir li pêş çavên temamiya cîhanê li dijî gelê Kurd, bi taybetî Kurdên Êzidî qirkirina fîzîkî û çandî kir û wiha dewam kir: "Cihên dîrokî yên Êzidiyan dibin hedefa dewleta Tirk. Êzidiyên li wir man e her roj dibin hedefa êrîşan. Li gundê Qibareyê bi dehan malbatên Êzidî, jin, mêr, zarok, extiyar hatine revandin û nayê zanîn bê niha li ku ne. Hewl didin bi darê zorê mirovên me bikin Misilman.

Li gundên Êzidiyan qirkirina çandî tê kirin. Li gundê Basûfanê cara yekê ye ku mizgeftek hat çêkirin û Êzidiyan dibin wê derê ji bo bi zorê bikin Misilman. Mirovên me ji ber ku Misilmanbûnê qebûl nakin tên kuştin. Li gundê me dibistan vekirin, bi zorê ola Misilmantiyê hînî zarokên Êzidî dikin. Jinên Êzidî dilsozê xak û xwezayê ne, lê niha jinên Êzidî yên li Efrînê nikarin ji malê derkevin. Yên ku li dijî kiryarên derveyî mirovahiyê yên 58 rojan ên li Efrînê bêdeng man, hemû li ber pêngava Îdlibê rabûn. Ev yek jî nîşan dide ku dewletên navneteweyî li pey berjewendiyên xwe ne."

Cafer wekî din diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê ya li dijî Zekî Şengalî û biryara Amerîkayê ya li dijî kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd, dewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. 

Cafer got, gelê Kurd heta ku mafên xwe bi dest bixe wê bi hişmendiya xwe ya neteweya demokratîk heta dawiyê li ber xwe bide.

DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ JINÊN RÊXISTINBÛYÎ DIKE

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê Cafer bang li hemû jina kir ku piştgiriyê bidin berxwedana jinên Kurd û YPJ'ê û got, "Dewleta Tirk û çeteyên wê, tundiya herî giran li Şengalê li dijî jinên Êzidî kirin. Bi hezaran jinên Êzidî hatin kuştin û bi hezaran li bazaran hatin firotin. Ya ku xwedî li van jinan derket, YPJ bû. Jinên Êzidî bûn xwedî rêxistin û azad bûn. Li Efrînê jî mîna Barîn Kobanê gelek jin hatin kuştin. Dewleta Tirk li pêş çavên tevahiya cîhanê êrîşî jinên bexwedêr dike. Ji ber ku jinên Kurd li her qadê ji aliyê leşkerî, siyasî, dîplomasî û civakî ve pêşengî ji vê şoreşê re kirine. Girîng e dewletên navneteweyî, bi taybetî jinên cîhanê vê yekê bibînin. Divê em bi hev re dengê xwe bilind bikin, yekîtiya jinê ava bikin û pêşî li tundiya li jinê bigirin."

Cafer diyar kir, jinên Êzidî yên Efrînî li Şehbayê berxwedana xwe dewam dikin û got, "Piştî hezaran salî, yekemcar Rêveberiya Xweser a Efrînê ola Êzidî di fermiyetê de weke ol qebûl kir û Êzidî bûn xwedî mafê rêxistinbûnê. Li ser vê yekê me navenda Yekîtiya Êzidiyan li Efrînê ava kiribûn. Lê belê piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir hate hilweşandin. Civaka Êzidî rêxistinbûna xwe li Şehbayê diparêzin û em li vê derê berxwedana xwe didomînin. Heta ku em li Efrînê vegerin wê berxwedana me dewam bike."