Dewleta Tirk a qirker li Kobanê hate protestokirin
Xelkê Kantona Firatê ji bo protestokirina komkujiya ku dewleta Tirk li Kobanê pêk anî, meşiya.
Xelkê Kantona Firatê ji bo protestokirina komkujiya ku dewleta Tirk li Kobanê pêk anî, meşiya.
Şêniyên kantona Firatê, komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li hember sivîlan pêk tîne, bi meşekê şermezar kirin.
Gel li Qada Jina Azad a Kobanê li hev kom bû û li wir dest bi meşê kir. Meşê heta Qada Şehîd Egîd dewam kir.
Li wir berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û diyar kir ku ew ê li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û têbikoşin.
Eyşe Efendî da zanîn ku gelê Kobanê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşiya û çete têk birin û ev tişt anî ziman: "Gelê Kobanê bi hemû hêza xwe li dijî teror û çeteyên DAÎŞ’ê têkoşiya û ew di Kobanê de şikandin. Gelê Kobanê layîqî azadî û aştiyê ye. Dewlet Tirk a dagirker duh li Kobanê komkujiyek li dijî sivîlan pêk anî. Em wê hovîtiya dewleta Tirk şermezar dikin. Divê êdî her kes rabe ser piyan û ji dagirkeriya Tirk re bibêje êdî bes e.”
Eyşe Efendî di dawiya axaftina xwe de got: "Em xwedî hêz in, ji ber ku me hêz, bawerî û vîna xwe ji şehîdên xwe girtiye, lewre tu kes nikare me tune bike. Em tu carî bi komkujiyan tune nabin û em ê li ber xwe bidin heta dawiyê.”
Meş bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.