Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê li Eyn Îsayê 3 zarok birîndar kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê hawan avêt Eyn Îsa û derdora wê. Di vê êrîşê de 3 zarok birîndar bûn.

Vê êvarê saet di 18.20’an de dagirker û çeteyan hawan avêtin derdora Eyn Îsayê. Di vê êrîşê de 3 zarok birîndar bûn. Rewşa zarokekî giran e.

Hate diyarkirin ku di vê êrîşê de Husam Elî (12), Mehdî Elî (10) û Muhammed Elî (11) birîndar bûne.