Dewleta Tirk a dagirker tesîsên petrolê û xetên elektrîkê bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker tesîsên petrole yên li Tirbespiyê bombebaran kirin. Li Eyn Îsayê jî xetên ku elektrîkê dide bi dehan gundan kirin hedef.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker tesîsên petrole yên li Tirbespiyê bombebaran kirin. Li Eyn Îsayê jî xetên ku elektrîkê dide bi dehan gundan kirin hedef.
Dewleta Tirk a dagirker 4 caran bi balafirên şer tesîsên petrolê yên Tilxatûnê û Ûdê yên Tirbespiyê bombebaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker xetên elektrîkê yên li nêzî gundê Cidêde yê dikeve rojavayê Eyn Îsa û elektrîkê dide kargeha Lafarge kir hedef. Di encama bomberdûmanê de elektrîk li dehan gundên Eyn Îsayê qut bû.