Dewleta Tirk a dagirker gundan bomberdûman dike

Dewleta Tirk a dagirker gundê Benê yê Şêrawa bomberdûman dike. Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê got “Ji duh ve 25 top li van gundan ketiye.”

Dewleta Tirk a dagirker bi hawan û obusan li gundê Benê yê Şêrawayê dide. Hate diyarkirin heta niha 18 obus li gund ketiye û dibe ku agir bi qadê bikeve.

JI DUH VE BI DEHAN ÊRÎŞ HATE KIRIN

Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê diyar kir dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh saet 11.00’an de bi çekên giran gundê El-Mihsenlî ya li bakurê Minbîcê daye û bi van êrişan re jiyana sivîlan dikeve xetereyê.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Gundê El-Hemra bi çekên giran hate bomberdûmankirin. Di heman demê de ji baregehên gundên Qirat û El-Toxarê jî gundên El-Hoşeriye û El-Cat ên li rojhilatê Minbîcê jî êrişên bombeyî hate kirin.

Di encama êrişand e 25 top li herêmê ket. Êriş heta saet 02.30’ê şev domiya. Dewleta Tirk û çeteyên wê van gundan bomberdûman dike. Ji ber êrişan xisar digihêje erdan û warên jiyanê yê sivîlan.”