Dewleta Tirk a dagirker Eyn Îsayê bomberdûman dike
Dewleta Tirk a dagirker du gundên li Rojhilatê Eyn Îsayê û rêya M4 bomberdûman dike.
Dewleta Tirk a dagirker du gundên li Rojhilatê Eyn Îsayê û rêya M4 bomberdûman dike.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin dewleta Tirk saet di 20.00’an de dîsa êrîşî Eyn Îsayê kir.
Hate diyarkirin ku gundên Mişerfe, Cehbel, rêya M4 û depoya genim Eyn Îsayê bûye hedef û bomberdûman zêde domiyaye.
Dewleta Tirk her roj eniya Eyn Îsayê bomberdûman dike. Dagirker gelek caran dixwazin xwe bera çeperan bidin lê li hemberî berxwedana QSD’ê vedikişin.