Dewleta Tirk a dagirker êrîşê hêzên hikûmeta Şamê yên li Kobanê kir

Dewleta Tirk a dagirker li nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê yên li Kaniya Kurdan a li Kobanê xist; mirî û birîndar hene.

Dewleta Tirk a dagirker, nuqteyên hêzên Hikûmeta Şamê yên li Kaniya Kurdan a li Kobanê dan ber bombeyan. Di encama bombebaranê de hin leşkerên hêzên hikûmeta Şamê mirin, hin jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker, Kobanê bi dijwarî dide ber bombeyan. Qada 48’an a li navenda bajêr, gundên Siftek, Aşmê, Çariqlê, Til Şeîr, Ziyare, Zor Mixar û Qeremox ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombekirin.

Bi balafira biçek a bêmirov li îstgeha petrolê ya El Qews a li gundê El Qews ê navçeya Çilaxayê hat xistin.

Gundên Belûniyê û Eyndeqnê yên Kantona Şehbayê jî hatin bombekirin.