Dewleta Tirk a dagirker di saetekê de êrîşê 10 nuqteyan kir
Dewleta Tirk a dagirker di nav saetekê de bi bombeyan êrîşê10 nuqteyên li Qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Dewleta Tirk a dagirker di nav saetekê de bi bombeyan êrîşê10 nuqteyên li Qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Dewleta Tirk a dagirker, bi balafirên şer êrîşê Kampa Holê kir ku bi piranî çeteyên DAÎŞ’ê û malbatên wan lê dimînin. Malbateke çeteyan ku bombebaran ji xwe re kir fersend, ji Kampa Holê reviya. Hêzên Ewlehiya Hundirîn, ji bo kesên reviyane zevt bikin, ketin nava liv û tevgerê.
ÊRÎŞÊ HERÊMÊN PETROLÊ HAT KIRIN
Dewleta Tirk, akademiyeke leşkerî ya hêzên Sûtoro yên Suryan a li gundê Rûtan ê girêdayê Tirbespiyê û herêmên petrolê dan ber bombeyan. Piştî bombebaranê agir bi herêmê ket. Bi balafireke biçek a bêmirov êrîşê navenda elektrîkê ya gundê Mizgeft ê Tirbespiyê hat kirin, agir pê ket.
Gundê Esediyê yê Zirganê hat bombekirin. Du guleyên topan li Taxa Meyleson a Qamişloyê ketin. Şirketa Înşaatê ya Newroz a li ser Hîzama li ser sînorê Qamişloyê bi obusan hat armanckirin.
Ji qereqolên sînor gule bera gundê Til Tişrîn ê Dirbêsiyê jî hat dayîn.
Dewleta Tirk a dagirker, êrîşê gundên Dêrcemal û Ziyaret ên Şehbayê jî kir.