Dewleta Tirk a dagirker careke din êrîşî Minbic û Şehbayê kir

Dewleta Tirk gundê Belûniyê yê Til Rifet ku 2 leşkerên Şamê lê birîndar bûn, bombe dike. Gundên Cat, Hoşeriyê, Mehsenlî û Cerada yên Minbicê jî di bin bombebarana dijwar de ne.

Dewleta Tirk a dagirker topbarana li ser gundên Minbicê berfireh kir. Hate zanîn ku gundên Hoşeriyê, Cat, Mehsenlî û Cerada ên Minbicê bi dijwarî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê topbarankirin.

Lê heta vê kêliyê agahiyên der barê ziyanên topbaranê de nehatin bidestxistin.

ŞEHBA

Balafirên şer niha jî êrîşî gundê Bêlûniyê yê navçeya Til Rifet a Kantona Şehba dikin. Di êrîşa balafirên dewleta Tirk a li ser gundê Bêlûniyê de 2 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.