Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li Zirganê dike

Dewleta Tirk a dagirker navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê bi rengekî giran bombe dike. Hate ragihandin ku bombardûman li navenda navçeyê hate kirin.

Dewleta Tirk a dagirker 5'ê Cotmehê ji saet 20:50'î û pê ve li gundê Esediyê yê li bakurê Zirganê dest bi bombardûmanê kir.

Piştre jî gundê El Bobî, navenda navçeya Zirganê, gundên Xirbet Şeîr, Bince û Til Werde hatin bombekirin.

fermandarên qada eniya şer a li Zirganê diyar kirin ku zêdeyî 100 topên hawan û obusê li ser herêmê hatine bikaranîn û 65 top li navenda navçeyê ketine.

Ji ber êrîşê xisareke mezin li malên şêniyên herêmê bû. Her wiha bombardûman li ser avahiya Şaredariya Gel a Zirganê û Aşê Sefarîne jî hate kirin.

6'ê Cotmehê bi dema herêmî saet di 12:00 de jî navenda navçeya Zirganê û bejahiyên li bakur û başûrê navçeyê ji nû ve hatin bombekirin.