Dewleta Tirk 9 sivîlên din li Efrînê revandin

Leşker û çeteyên Tirk ên dagirker li navçeya Mabata ya Efrînê êşkence li 9 sivîlan kirin û ew revandin. Agahî ji sivîlên hatin revandin nayê girtin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, çeteyên Sûltan Mûrad û Tabûra 112'an a ser bi Enqereyê ve, li gundê Damiliya yê navçeya Mabatayê 9 sivîl revandin ku yek jê jin e.

Sivîlên hatine revandin: Seydo Silêman Hîcî (25), Newaf Welîd Elo (18), Avdar Rıfat Elo (18), Çeger Hisên Abdullah (35), Mihemed Elî Hîcî Umer (65), Ehmed Mehmûd Hemo Ebû Cebel (35), Elî (65), Fatime Fexrî Elî (49), Fexrî Qadir Elî (35).

Li gorî agahiyan, êşkence li sivîlan hatiye kirin û li ser aqûbeta wan niha ti agahî nîne.

ANHA'yê li ser mijarê dîmen weşand û tê de xuya dike, sivîlek hatiye tazîkirin, ji pişt ve destên wî hatine girêdan û bi pihîn û ço li wî dixin.