Dewleta Tirk 215 Sûryeyiyên din jî şand Helebê
Dewleta Tirk a dagirker 215 Sûriyeyiyên din jî şand herêma li bakurê Helebê.
Dewleta Tirk a dagirker 215 Sûriyeyiyên din jî şand herêma li bakurê Helebê.
Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), dewleta Tirk a dagirker di 48 saetên dawîn de 215 penaberên Sûriyeyî bi darê zorê şandin deriyên li herêmên gundewarên bakurê Helebê. Li gorî agahiyan, zêdetirî 200 penaberên sûriyeyî bi 4 otobusan gihandine deriyê Bab Selamê.
Her wiha 13 sûriyeyî bo deriyê Cerablusê yê sînorî hatin veguhastin. Penaberên hatine veguhastin, mohrê tiliyan û ya çavan girtine da ku careke din venegerin Tirkiyeyê. Her wiha ew neçar kirine ku belgeyên vegera bi dilxwazî bo Sûriyeyê îmze bikin.
Dewleta Tirk a dagirker bi vê yekê hewl dide penaberên sûriyeyî li herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya wê û çeteyan de bi cih bike.
SOHR`ê çend roj berê jî ragihandibû ku dewleta Tirk li herêma Înegol a bajarê Bursayê yê Tirkiyeyê 31 penaberên ji Sûriyeyê destgîr kirine, piştre ew birine ser sînor da ku wan bi dare zorê bişîne Sûriyeyê.