Dewleta Tirk li Cindirêsê 3 kes revand

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirês a Efrînê 3 sivîl revand. Aqubeta wa nayê zanîn.

Li gorî agahiyên herêmî hat ragihandin ku çeteyên “Polîsên leşkerî” 3 welatî ji gundê Kefersefrê yê navçeya Cindirêsê bê tawnan û ji bo xwestina fidyeyê ji malbatên wan, revandin.  Li gorî çavkanî, navên kesên ku hatine revandin wiha ne: Almaz Hac Ebid, Ehmed Hesen Mamed û Mihemed Hesen Mamed.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku ev cara sêyemîn e welatiyê bi navê Ehmed Hesen Mamed tê revandin. Ehmed berê jî ji aliyê çeteyên “Semerqend” ve hatibû revand û her carê piştî ku pere didan, çeteyan ew serbest berdida.