Dewlet Tirk gundên Şêrewa bomberdûman dike

Bomberdûmana dewleta Tirk a dagirkera ya li hemberî gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê didome.

Li gorî çavkaniyên herêmî ragihandî, dewleta Tirk gundên Sîxûnekê yê navçeya Şêrewa, danê nîvro toperbaran kir. Hate ragihandin ku herî kêm 10 top li nava gund hatine xistin.

Dîsa danê nîvro bi dehan top li ser gundên Sîxûneke û Aqîbeyê hatibûn barandin. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, herî kêm 50 topên hewan û obusan li gund hatine xistin.

Dewleta Tirk, bi dagirkeriya Efrînê re sûcên giran ên şer û paqijiya etnîkî dike. Nexasim ji serê meha Gulanê û şûnde êrîşên xwe yên li herêma Şehbayê zêde kirin.