Dewleta Tirk li Şêrawayê li sivîlan da: 4 sivîl birîndar bûn-NÛ BÛ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundekî yê Şêrawayê bombe kir. Di êrîşê de 1 jin, 2 zarok bi giştî 4 kes birîndar bûn.

Artêşa Tirk gundê Başemirê kir hedef. Di êrîşê de jina bi navê Sêvîn Nebû Qesab û zaroka 8 salî ya  keç a bi navê Hemîde Selih Hilal û zarokeke din a navê wê nehate zanî birîndar bûn.

Di bomberdûmana heta saetên şevê dom kir de jî sivîlek din jî birîndar bû.

Dewleta Tirk 2’yê Kanûna 2019’an de jî bombe li Til Rifatê barandibû, 8 jê zarok 10 kes qetl kiribû.

Dewleta Tirk her rojê bi awayekî sîstematîk jîngehên sivîl ên welatiyên dikevin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dikin. Ji êrîşên dagirkeriyê yên 9’ê Cotmeha 2019’an û vir ve bi sedan sivîl ji ber van êrîşan mirin û bi sed hezaran kes jî neçar man ku malên xwe biterikînin.