Dewelta Tirk Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rêya M4, Kampa Eyn Îsa û hawîrdora wê toparan kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike.

Çend kêlî beriya niha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê rêya M4, kampa Eyn Îsa, hawîrdora wê û gundên Muelek, Xalidiye, Mişêrfê, Seyda û Restorana Nexil topbaran kir.