BI DÎMEN

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê 25’emîn salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê 25’emîn salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê metirsiyên xwe li hember tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman. Desteya Tenduristiyê bal kişand bi ser bêdengiya CPT`yê ku serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û heta niha tu daxuyanî têkildarî wê serdanê û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nekiriye.

Desteya Tenduristiyê bang li aliyên hiqûqî û NY`yê kir rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di ber çavan re derbas bikin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bixebitin.