Der Spiegel: Li Efrînê paqijiya etnîkî û çandî tê kirin

Ji kovarên sereke yên Elmanyayê Der Spiegel, li ser Efrîn a ku ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve hatiye dagirkirin, nûçe-analîzek weşand. Kovarê ragihand, li Efrînê paqijiya etnîkî û çandî tê kirin.

Kiryarên ku li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê diqewimin êdî di medya Elman de jî cih digirin. Yek ji kovarên sereke yên Elmanyayê Der Spiegel di malpera xwe ya înternetê de nûçe-analîzek li ser bûyerên salekê yên li Efrînê weşand.

Ji nûçegihanên kovarê Christoph Sydow nûçe amade kir û bi bîr xist, piştî dagirkeriya dewleta Tirk piraniya nifûsa Kurdan a li Efrînê koç kirine. Di nûçeyê de hate ragihandin, Kurdan dev ji xeyala vegera li bajarê xwe bernedane û diyar kir, wezîfedarê berê yê taybet ê DYE'yê li nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê Brett McGurk, di nivîsa xwe de ya li kovara "Foreign Affairs", li ser Efrînê hin tespît kiriye.

McGurk di nivîsa xwe de ya bi sernavê "Rastiyên bi êş ên li Sûriyeyê" destnîşan kir, êrîşên li ser Efrînê ne ji ber fikarên Tirkiyeyê yên li ser ewlekariyê bû, êrîş ji ber daxwaza Erdogan a ji bo berfirehkirina sînorê welatê xwe hate kirin. Der Spiegel jî di dewama nivîsa xwe de şîroveyeke wiha kir: "Ev gotinên McGurk demeke dirêj e ji aliyê Kurdan û komên mafên mirovan ên navneteweyî ve tên bilêvkirin. Ev yek jî tê wê wateyê ku tabloya li ser Efrînê ji aliyê Kurdan û komên mafên mirovan ve hatiye nîşandan, ji aliyê rêveberekî payebilind ê DYE'yê ve hatiye piştrastkirin."

'GORÊN ELEWÎ Û ÊZIDIYAN HATIN HILWEŞANDIN'

Di nûçe-analîzê de hate bibîrxistin, dewleta Tirk nahêle çavdêrên serbixwe biçin Efrînê û li ser paqijiya etnîkî û çandî ya li herêmê agahî hate dayin ku saleke ji aliyê kesan ve tê ziman. Di nûçeyê de hate ragihandin, li gorî wêneyên ji peykê hatine kişandin, gorên Elewî û Êzidiyan ên berê li herêmê hebûn, hatine hilweşandin. Kovarê destnîşan kir, paqijiya etnîkî û çandî bûye perçeyekî ji jiyana rojane.

Di nûçe-analîzê de hate diyarkirin, navên tax-kolanên Efrînê bi Tirkî hatine guhertin, zimanê Kurdî yê li dibistanan demeke dirêj e hatiye rakirin, bi giranî bi Tirkî ders tên dayin, Misilmantiya tundrew li gelê herêmê tê ferzkirin û bi taybetî zexteke giran li jinan tê kirin. Kovarê di nûçe-analîza xwe de cih da gotinên Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso yên li ser azadiya Efrînê.

Di nûçeyê de hate ragihandin, Hiso yek ji wan kesan e ku Adara 2018'an neçar ma ji Efrînê derkeve û niha jî hewl dide wezîfeya xwe ya li kampên penaberan ên xwerêveberiyê ji dûr ve bike. 

Kovara Der Spiegel li ser êrîşên dawî yên li Efrînê yên li dijî çete û leşkerên Tirk agahî da û ev gotina Hiso bi xwendevanên xwe re parve kir: "Êrîşên me beşek ji berxwedana me ye. Em ê Efrînê li yekîneyên Tirk bikin çirav."