Depoya cebilxaneya çeteyên Tirk hate teqandin
Li gundê Tilili El Şam ê Ezazê, danê vê sibehê depoya çek û mayinên koma çete ya bi navê Tûgaya El Fetîh hate teqandin.
Li gundê Tilili El Şam ê Ezazê, danê vê sibehê depoya çek û mayinên koma çete ya bi navê Tûgaya El Fetîh hate teqandin.
Li gundê Tilili El Şam ê Ezazê, danê vê sibehê depoya çek û mayinên koma çete ya bi navê Tûgaya El Fetîh a ser bi MÎT a Tirk teqiya. Di teqînê de çeteyek mir, gelek çete jî birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî gotin, teqîn ji ber fuzeyekê rûda ye ku nayê zanîn bê fuze ji ku hatiye.
Di 5'ê Gulanê de li nêzî mizgefta El Meytem a Ezazê jî teqînekê rû da bû û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da bûn, 7 jî birîndar bû bûn.