Denîz Amara ya sekvan, tolê hiltîne

Yek ji sekvanên YPJ'ê Denîz Amara, li dijî dagirkirina Şengal û Komarê ji Cizîrê hatiye û tevlî nava refên YPJ'ê bûye. Weke sekvanekê tolê hiltîne.

Denîz Amara 21 salî ye. Di dema fermana Şengalê û şerê Kobanê de ji sînor derbas bû û ji Cizîrê hat tevlî nava Şoreşa Rojava bû. Şervana YPJ'ê Amara ku hema bêjin tevlî hemû pêngavên li Rojava bûye, ev saleke jî sekvan e.

Yek ji sekvanên YPJ'ê Denîz Amara ji ANF'ê re axivî.

Amara bi bîr xist ku dema êrîş li Şengalê hate kirin û şer li Kobanê qewimî gelek jin hatin kuştin û got, van komkujiyan bandoreke mezin li wê kirine. Amara destnîşan kir ku weke jinekê nedibû ew vê qebûl bike, nedibû li vê temaşe bike û diyar kir, rêwîtiya wê ya li nava şoreşê jî bi vî rengî dest pê kiriye.

GELEK JIN HATIN RIZGARKIRIN

Amara da xuyakirin ku di pêngavên Xezeba Firatê û Bagera Cizîrê de bi dehan jinên Êzidî hatin rizgarkirin û anî ziman, ev yek ji bo şervanên jin moraleke hê mezin e. Denîz Amar got, "Şert û merc çi dibin bila bibin, zor û zehmetî çiqasî giran jî bin, em ê ji armanca xwe venegerin. Rêbertî destnîşan dike ku heta jin azad nebe, civak azad nabe. Ev yek şiyara bingehîn e."

WATEYA ŞER MEZIN DIBE

Amara diyar kir ku dema jinek tê azadkirin û digihêje malbata xwe, hestên cuda didin wan, wateya şer mezintir dikin û got, "Mirov nikarin qala vê hest û kêfxweşiyê bikin."

ZOR Û ZEHMETIYA SEKVANIYÊ

Denîz Amara da zanîn ku ev saleke ew di nava koma sekvanan de cih digire û got, bêguman zor û zehmetiyên sekvaniyê heye, lê belê dema armancek li ber mirovan be ti wate û bandora zehmetiyan namîne. Denîz Amara qala bîranîneke xwe jî kir: "Rojekê hate gotin ku dor li hevalan hatiye girtin. Normal qedexe ye ku sekvan bi koma êrîşê re biçe, lê belê dema ku me bihîst dor li hevalan hatiye girtin, em nikarîbûn li cihê xwe bisekinin. Me yekser rahişt cebilxaneya xwe û em bi rê ketin. Wê rojê em derketin derveyî pîvanên sekvaniyê. Em çûn û me xwe gihand hevalan. Tevî hevalan em tevlî êrîşê bûn, tevlî operasyonê bûn. Hevalan em rexne kirin, lê dîsa jî ji bo me bû bîranîneke xweş. Me sûîqest jî kir."

Denîz Amara herî dawî destnîşan kir ku ji bilî têkçûnê ti rê li ber DAÎŞ'ê nemaye.