Dengdana li Bakurê Sûriyeyê dest pê kir
Ji bo hilbijartina hevserokên komunan ên Bakurê Sûriyeyê, gel dengê xwe dide. Dengdanê danê sibehê dest pê kir.
Ji bo hilbijartina hevserokên komunan ên Bakurê Sûriyeyê, gel dengê xwe dide. Dengdanê danê sibehê dest pê kir.
Li her sê herêmên Bakurê Sûriyeyê (Cizîr, Firat û Efrînê), welatiyan berê xwe dan navendên dengdanê û ji bo hilbijartina hevserokên komunan dengê xwe didin.
Ji bo 3 hezar û 732 komunan, 12 hezar û 421 namzetên hevserokatiyê li ber xwe didin. Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind ragihand, ku malên komunan wê bibin navendên dengdanê.
Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, beriya niha dabû xuyakirin ku hilbijartina hevserokên komunan wê 22'ê Îlonê were kirin.
Li gorî biryarê, 3'ê Cotmehê wê hilbijartinên herêmî (gund, bajarok, navçe û meclîsên kantonan) û 19'ê Çileya 2018'an jî hilbijartina Kongreyê were kirin.