Dema ku nekarî ji Efrînê derkeve, zilma ku dîtî

Dema ku Efrîn hate dagirkirin nekarîn ku derkevin. Li gel hevser û kurê xwe hatin desteserkirin. F.E hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê, îxaneta ENKS’yiyan dît.

Kirinên derî mirov û sûcên şer ên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê ti sînoran nas nakin. Li Efrînê ku ku êşkence, xesp, tecawiz, dizî, revandina mirovan her roja ku diçe li Efrînê zêde dibe, gelek malbatên ku nema dikarin van tiştan ragirin neçar dimînin ku malên xwe berdin. F.E jineke pîr e ku dema Efrîn hatî dagirkirin ji ber sedema ku rêyên wan hatin girtin nekarî ji Efrînê derkeve. F.E ku ji hêla çeteyan ve hatî desteserkirin û 13 rojan girtî hatî hiştin, êşkence dîtî, tişta ku jiyayî û dîtî ji ANF’ê re got:

NEKARÎN KU JI EFRÎNÊ DERKEVIN Û MAN

Ji her hêlê ve hewan dihatin. Em bi kû de biçûna balafirên keşfe li ser me bûn. Em jî mecbûr man ku gundê xwe berdin. Em hatin navenda Efrînê. Dema ku li navendê jî xistin em mecbûr man ku derkevin. Em heta bi Kîmarayê çûn. Seyareya me nebû, bi piya em çûn. Du sê rojan em li Kîmarayê man. 21’ê Adarê çete ketin Kîmareyê ye. Rê girtibûn. Em li Efrînê vegeriya. Em sê malbat li Efrînê bûn. Me nane xwe dixwar, ava xwe vedixwar û em ji malê dernediketin. Piştre em vegeriyan gundê xwe.

ZEXT, DESTGÎRKIRIN Û ÊŞKENCE

Dema ku em çûne gund piştî bi heftiyekê kurê min girtin. Dema ku hevserê min ji bo kurê min çû ew jî girtin. Êşkence li herduyan jî kiribûn. Dema ku kurê min û hevserê min berdan demekê dest nedan me. Rojekê em li ser şîvê bûn, du wesayitên leşkerî hatin ber derî. Em birin. Dema ku em birin gund bi çarika serê min çavê min girtin. Ev ji bo min tiştekî pir giran bû. Li bere w qa mirov serê min vekirin û çavê min girêdan, dîsa em li wesayitê siwar kirin. Me nizanîbû ku em diçine kû. Wê şevê em birin devereke ku em nas nakin. Sibehê hatin lêpirsîna me kirin.

DI LÊPIRSÎNÊ DE ENKS’YÎ JÎ HEBÛ

Di lêpirsînê de yekî ENKS’yî jî hebû. Wî pirs dikir, digot, ‘kurê te li kû ye?’. Min got, ‘kurê min çû’. ENKS’yî dîsa got, ‘te kurê xwe şand da ku li dijî OSO şer bike. Di pêngavê de te cih girt. Hûn li cem Apoyiyan bûn. Niha jî dema me ye. Tu seroka komunê yî. Heke tu neaivî, em ê êşkencê li te bikin.’’. Dema kum min got ez ne seroka komunê me, teker anîn, dest û piyê mirovan girêdidin û mirov dixin tekerê lastîkî yê wesayitan. Vê êşkence ji hêla dewleta Tirk ve gelek caran li girtiyên Kurd dikin. Gotin, ‘em ê te têxin nav vê’. Piştre bi xortûma li ser çavê min û destê min xistin. Dema ku min destê xwe kişand bi xortumê li min dan. Ser laşê min şîn û reş bûbû. Gelek êşkence li min kirin. Herî pir jî yê ENKS’yî bi ser min de dihat. Êşkenceya giran wî li min dikir.

DEMA REHÎNKIRINÊ ÊŞKENCE

Piştî lêpirsîn û êşkenceyê gotin, me tu girtî yî û ez kirim girtîgehê.

Du keçik anîn cihê ku ez lê dimam. Dest û rûyê keçikan şîn û reş bûbû. Navê keçikekê ji wan Şehnaz bû, tevî birayê wê ew girtibûn. Li ber çavê wan êşkence li wan kiribûn. Keçik heta ku li wir ma xwarin nexwar. Digot, ‘ez xwarina wan naxwim’.

Me nizanîbû ku em li kû ne. Min ji yekî pirsî got, em li Babê ne. Piştre ‘Kurdekî’ ji wan got, em li Efrînê li Mektep Keramê ne.

Heta sibehî ji ber dengê kesên ku êşkence li wan dibû me nikarîbû razin. Herî pir jî êşkence li ciwanan dikirin. Her şev sê ciwan dibirin û heta sibehan êşkence li wan dikrin. Li gel min kurê min jî birin.

ÊDÎ PERGALA TC-ÇETEYAN HEYE

F.E piştî ku hate berdan li Efrînê ma, jiyana xwe ya li wir û tiştên ku dîtî got: ‘’Jin piranî dernediketin derve. Ji ber ku li der ve dijûn li wan dikirin û ew tacîz dikirin. Bi piranî me ciwan dişandin derve da ku pêdiviyên me bînin. Beriya bi çend rojan keçeke ku diçû pola heştan li ser rê li wesayitê siwar kirin û birin. Em nizanin çi pê hat. Beriya wê jî keçikek birin Îmaratê. 5 milyon lîreyê Sûriyê fîdye xwestin. Niha hê jî nayê zanî bê ka keçik birine kû. Gelek zilm û êşkence heye. Jinan direvînin, êşkence li ciwanan dikin. Li gundê me keçikek birin, heta niha li kû ye kes pê nizane.’’

DIZÎ, XESP Û TALAN…

F.E bi domdarî got: ‘’Dest li ser zeviyên gel datînin. Jixwe ku xwediyê wan nebin dest li ser her tiştê wan datînin. Ên ku xwediyê wan hene î dibêjin, ‘ev zêdeyî serê te ye’ û nîvî ji wan distînin. Kesên ku diçine ser erdên xwe, çete nahêlin ku pariyek nan, avê jî bi xwe re dibin. Li Efînê êdî mirov ne xwediyê tiştekî ye, ne xwediyê ma û mil, namûsa xwe. Zahir çete dikin lê her tiştî dewleta Tirk dike.

BI ZORÊ NASNAMEYA TIRKI ÇÊDIKIN

Bi zorê nasnameya Tirk didin çêkirin. Dibêjin, ‘Efrîn axa dewleta Tirk e û Erdogan serokkomarê vir e. Hûn mecbûr in nasnameya Tirk derxînin.’’ Li niqteyên kontrole mirovan radiwestînin. Bêyî ku nasnameya Tirk derxînin nahêlin derbas bibin.’’

LI EFRÎNÊ KURDAN NAHÊLIN

F. E bi domdarî behsa polîtîkaya guherîna demografiye kir û got, ‘’90 ji 100’î yê Efrînê Ereb e, hema hema Kurd nîn in. Heta sibehan dikan vekirî ne. Li kuçeeyan digerin û Kurd nikarin derkevin derve. ENKS’yî hene, lê ew jî b Kurdî naaxivin. ENKS’yî xizmeta wan dikin. Bi ti rengî li Kurdan xwedî dernakevin. ENKS’yî ji bo ku Kurd werin girtin alîkariyê didin wan. Jixwe ENSK’ê em dane girtin. Bi OSO re hatin mala me û em birin. Li girtîgehê jî ew ketin lêpirsîna me.’’

KESÊN KU DIDIN EFRÎNÊ NEMA VEDIGERIN

Kesên ku ji wan re asayiş tê gotin DAÎŞ’î ne, tenê kincên xwe guherandine. Hemû kirinên wan ên DAÎŞ’ê ne. Heta berê sibehan êşkenceyê li mirovan dikin. Beriya niha jî kesekî ku li Efrînê li trafîkê dixebitî birin Ezazê. Ev du meh in agahî jê tine. Ê ku wan dibin Ezazê nema deng ji wan tê. Êşkenceya li wir pir zêde ye. Hin ciwan birin wir, ev 5-6 meh çêbûn, kes nizane li kû ne, çi bi wan hat.

ÇETEYAN JI BO QENDÎLÊ HAZIR DIKIN

Çeteyan hazir dikin da ku wan bibin Qendîlê. Ji çeteyan re digotin, ‘’Li Qendîlê mal û dolarên ku hene ji yên Efrînê zêdetir in. Wan jî bawer kiriye û gelek ji wan dibêjin, ew ê biçin.

YA KU ENKS’Ê KIRÎ PIR LI ZORA MIN ÇÛ

Ya ku herî pir li zora min diçe ne zilma OSO an jî dewleta Tirk e. Jixwe ew dij min in. Herî pir zilma ENKS’ê li zora min çû. Ez vê qebûl nakim. Ez nikarim qebûl bikin, kesên ji me, Kurd vê zilmê li gelê xwe bikin. Em dixwazin ev kes ji hêla gel ve werin darizandin. Li wî gundê yê ku çarika min ji serê min kirî û çavê min girêdayî yekî ENKS’yî bû. Gelek gorên şehîdan ENKS’yiyan xira kir.