De Mîstûra: Di wê hêviyê de ne ku heyeta rejîmê tevlî Cinêv-8 bibin
Nûnerê Taybet ê NY yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra, anî ziman ku rejîma Esed hê biryara tevlîbûna Cinêv-8 nedane.
Nûnerê Taybet ê NY yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra, anî ziman ku rejîma Esed hê biryara tevlîbûna Cinêv-8 nedane.
Tura 8’an a hevdîtinên Civêv ê di pêşengtiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a di bin navê çareserkirina pirsgirêkên şerê navxweyî ya Sûriyeyê hatibû destpêkirin wê sibe destpê bike. Nûnerê Taybet ê NY yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra, beriya hevdîtinê îro di saetên şevê de li Cinêvê bi dîmenekê bi rêya telekonferansekê têkildarî hevdîtinên Cinêv yên li Konseya Ewlekariyê ya NY’yê agahî da.
Mîstûra anî ziman ku wan agahî girtiye ku heyeta rejîmê ya ku wê tevlî Cinêvê biba, îro hate diyarkirin ku wê tevlî cinêvê nebin û got: “Heyeta rejîmê hê birayara tevlîbûna Cinêv-8’an ne dane. Di wê hêviyê de ne ku zû biryara tevlîbûnê bidin û weke ku berê gotibûn tevlî hevdîtinan bibin.”
De Mîstûra destnîşan kir ku di rewşa heyî de tevlîbûna her dua liyan wê tura 8’an a Civnêv destpê bike, diyar kir ku di hevdîtinan de wê mercên pêş ên her du aliyan bi ti awayî qebûl nekin.