Dayîkên Kobanê: Me soza azadî û serkeftinê daye şehîdên xwe

Dayîkên şehîdan yên Kobanê berxwedana gerîla silav kirin, li dijî êrîşên dagirkeriyê nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin, “Em bi felsefeya Rêber Apo hatine perwerdekirin, em ê ti car têk naçin.”

Dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokatîk a Kurdistanê (PDK) di 17’ê Nîsanê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şer dabû destpêkirin. Heta niha dewleta Tirk û PDK li hemberî berxwedana gerîlayên azadiyê têk diçin. Di aliyê din de jî, dewletên hegemon li hemberî êrîşên dagirkeriyê bêdeng in. Ji her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd û dostên wan jî ji bo piştgiriya gerîlayên azadiyê çalakiyên cur be cur li dar dixin.

Têkîldarî mijarê dayîkên şehîdan yên Kobanê hestên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew her tim amade ne ku li dijî êrîşên dagirkeriyê têbikoşin.

Dayîka bi navê Eyşê Efendî anî ziman ku bi salane êrîşên dagirkeriyê û talanê didome û di demên dawî de zêdetir bûye û wiha pêde çû: “Me ji ber wan şeran ti carî jiyaneke aram nedomandiye. Em dayîkên Kobanê û dayîkên şehîdan me di bin darbestên zarokên xwe yên şehîd de soza azadî û serkeftinê daye.”

Eyşe Efendî bal kişand ser xiyaneta di nav Kurdan de û got: “Di şoreşên Kurdan de her tim xiyanet hatine kirin, lê em ê niha li dijî wan xiyanetan derbikevin, em êdî ne weke berê ne. Şoreşên ku di dîrokê de dihatin kirin di bin navê eşîr an ji olê de dihatin kirin. Lê şoreşa me şoreşa felsefeya Rêber Apo ye. Gelê Kurd êdî hatiye perwerdekirin û di bin rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bi xwîna şehîdan hatiye ava kirin. Ji ber vê yekê wê xiyanet careke din têk biçe.”

Dayîkeka din a Şehîdan a bi navê Salîha Elî jî da zanîn ku ew weke dayîkên şehîdan amade ne ku piştgiriya gerîlayên xwe bikin û axaftina xwe wiha domand: “Êdî bese ji xiyaneta mala Barzanî ya li hemberî Kurdan didomîne. Em weke Kurd êdî naxwazin xiyanet hebe, em jî mafê xwe dixwazin.” Salîha Elî di dawiya axaftina xwe de ragihand ku ew dayîkên xwedî 12 hezar şehîd in, ger pêwîst bike ew ê amade ne ku li hemberî dagirkeriyê rahêlin çekê.

Her wiha dayîka bi navê Fatma Mihemed Îsa jî nêrînên xwe anî ziman û got: “Dewleta Tirk dixwaze di her aliyî de Kurdan tine bike. Lê em ê weke dayîkên şehîdan her tim li dijî van kiryaran bisekinin û heta dawî li pey û li ser şopa gerîlayên xwe bin.”