Dayîka Barînê: Tiştên ku hate serê keça min ez ê tu carî ji bîr nekim

Radyoyeke Fransayê ya bi navê ‘Franceînfo’ bi dayîka Barînê re hevdîtinek çêkir. Şervana YPJ’ê Barîn di berxwedana Efrînê de bi awayekî hovane hatibû qetilkirin û êşkence li cenazeyê wê hatibû kirin.

Radyoya Franceinfo  gotina dayîka Barînê ya ku dibêje ‘Tiştên ku anîn serê keça min, ez ê tu carî ji bîr nekim’ derxist pêş. Radyoyê êşkenceya şervana 23 salî bi bîr anî û ji bo Barînê got, “Ew sembola trajediya Kurdan e.”

Radyo li Kobanê bi malbata Barînê re hevdîtinek pêk anî. Radyoya Fransayê diyar kir ku posterekî mezin ê Barînê li Kobanê hatiye daliqandin û got, “Malbata Barînê dixwaze Barîn bi vî kenê xwe di bîra mirovan de bimîne.”

Bavê Barînê Mûstafa got ku, “Erdogan hemû cîhadîstên li herêmê perwerde kir û ji bo li dijî şer me bikin ew şandin Efrînê. Ev cinawir ne exlaqê wan heye û ne jî mirov in. Dema min vîdeo dît, min fêm kir ku ev cîhadîst in. Hema tarz, heman porê dirêj û heman peyv. Tu ferqa wan ji DAÎŞ’ê tune.”

Franceînfo diyar dike ku Barîn li her dera Kurdistanê tê silavkirin û gotinên dayîka wê Zara wisa radigihîne, “Barîn keseke cesûr û baş bû, hevalên wê heyranî wê bûn. Ew di xizmeta gelê Kurd de bû û amade bû ji bo vê dozê bimire. Tevlî şerê li Kobanê bûbû yê ku li dijî DAÎŞ’ê hatibû kirin. Barînê dixwest Tirkan ji Efrînê derxîne. Tiştên ku anîn serê keça min ez ê tu carî ji bîr nekim. Ez ji mirina wê re amade bûm lê ne bi vî awayî.”