BI DÎMEN

Dagirkeran li Minbicê zeviyên çandiniyê şewitandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyên li gundên rojavayê Minbicê dan ber agir.

ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ HATIN ŞEWITANDIN

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêş Tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên rojavayê kantona Minbicê xistin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa dagirker û çeteyên wê ji saet 02.00’an ê vê sibehê heta 05.00’an agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên El Ulşlî heta gundê El Bugaz ên rojavayê kantona Minbicê xistine. Hate gotin, ev jî bû sedem ku agir pêl bibe û li piraniya zeviyên çandiniyê belav bibe û agirekî mezin li pey xwe hişt.