Dagirkeran li Efrînê bi dehan sivîl revandin

Leşker û çeteyên dewleta Tirk avêtin ser gundên Avraza û Coqa yên navçeya Mabata ya Efrînê û piştî ku êşkenc li jinên li gund kirin bi dehan sivîl revandin.

Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete ku Efrîn talan kirine, êrîşên xwe yên li dijî mirovahiyê didomînin. Li gorî avahiyên ji herêmê hatin girtin, leşker û çeteyên dewleta Tirk doh danê êvarê avêtin ser gundê Avraza yê navçeya Mabata ya Efrînê. Di dema serdegirtinê de bi dehan sivîl hatin revandin ku welatiyên extiyar jî di nav de ne.

Şêniyên gundê Coqa yê navçeya Mabatayê jî ragihandin leşker û çeteyên Tirk êvarê avêtine ser gundê wan, bi rengekî hovane êşkence li jinên li gund kirine û bi dehan gundî revandine. Gundiyan diyar kirin ku leşker û çeteyan malên wan talan kirine.

Tê gotin, leşker û çeteyên dewleta Tirk ji malbatên sivîlên ku revandine fîdye xwestine.