Dagirkeran li Efrînê 9 welatî revandin
Dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Raco û Cindirês ên Efrînê 9 welatî revandin.
Dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Raco û Cindirês ên Efrînê 9 welatî revandin.
Çavkaniyan ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên "Feyleq El-Şam" ên girêdayî dewleta Tirk welatiyê bi navê Şakir Şêxo (36) yê ji gundê Celeme yê Efrînê revand. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hicetên nerast welatiyan direvînin û li hember serbestberdana wan, fîdye ji malbatên wan dixwazin.
Bi mijarê ve girêdayî çavkaniyan ji navçeya Racoyê ragihand ku çeteyên "polîsên leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Xelîl Mihemed Mistefa (22) ê ji gundê Badîna yê navçeya Raco revand. Piştre ew bir navenda xwe ya sereke ya li navçeyê. Çeteyan îdia kir ku têkiliyên Xelîl Mihemed Mistefa bi Rêveberiya Xweser re hebûn.
Çeteyên "polîsên leşkerî" beriya du mehan Ajar Mistefa ku birayê Xelîl Mistefa ye revandinbû û hîna jî çarenûsa wî nediyar e, ji ber ku malbat nekarî fîdye bide çeteyan.
Çavkaniyan daxuyand ku çeteyên "Firqet El-Hemzat" 5 welatî revand, ji wan kalemêrek û jinek ji gundê Qude yê navçeya Raco. Çeteyan ew birin cihekî ne diyar û hîna jî çarenûsa wan eşkere nebûye.
Her wiha heman çavkaniyan navên kesên hatine revandin bi bîr xistin: Hisên Mihemed Hemo (75), Selah Menan Şêxo, Şukrî Hisên Bakîr (50), Mihemed Mihemed Heyder û Asya Hisên Mûsa (60).
Li gorî çavkaniyan piştî dagirkirina Efrînê sala 2018`an jina bi navê Asya Hisên Mûsa hatibû revandin û li girtîgeha Hewar Kilis a girêdayî çeteyên Sultan Murad hatibû girtin. Piştre li bermanber fîdyeyê serbest hatibû berdan. Çavkaniyan eşkere kir ku îşknece li Asya hatibû kirin.
Çavkaniyan da zanîn ku çeteyên “polîsên leşkerî” û “El-Hemzat” pênşema derbasbûyî, du bira; Mihemed Fayiq Henan (38) û Hisên Hisên Fayiq Henan ên ji gundê Berbenê yê navçeya Racoyê revandin.