Dagirkeran li Efrînê 2 jin revandin

Li navçeya Raco ya Efrînê, MÎT'ê û çeteyên polîsên leşkerî yên dewleta Tirk avêtin ser gundê Etmanayê. Bi hinceta ku berê bi Kurdî perwerde dane 2 jin revandin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin,  ku dewriyeyeke hevbeş a çeteyên Polîsên Sivîl û MÎT’a dewleta Tirk a dagirker bi ser gundê Etmana yê navçeya Racoyê ya Efrînê de girt û Hêvîn Ehmed û Cîhan Mihemed Elî Qere Hiso bi hinceta ku beriya dagirkeriyê bi zimanê kurdî perwerde dane, revandin. Her wiha her du jin zewicî ne û zarokên wan hene.

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan her du jin birin zindaneke li Meratê ya li navenda bajarê Efrînê.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku Cîhan Mihemed Elî piştî ku malbata wê hezar û 500 lîreyên Tirk dan, hat berdan lê aqûbeta Hêvîn Ehmed hê jî ne diyar e.

Li kantona Efrînê ya dagirkirî revandina sivîlan ku piraniya wan jin in, ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve berdewam e. Nivîsgeha Jinan û rêxistinên civaka sivîl ên herêma Efrînê daneyên sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan, eşkere kirin.

Li gorî daneyan, ji dagirkirina Efrînê ve 84 jin ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine kuştin, bi hezaran jin hatine revandin û 6 jinan jî xwe kuştiye. Her wiha bi hezaran jinên revandî di zindana li Çerxerêya Kawa û Kefercenê de bi êşkence û destdirêjiyê re rû bi rû mane.