Dagirkeran li Efrînê 9 sivîlên din revandin-NÛ BÛ

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Mamila ya ser bi navçeya Reco ya Efrînê 9 sivîlên din revandin.

Li gorî çavkaniyên xecihî li gundê Mamila yê navçeya Reco 9 sivîl hatin revandin.

Ji kesên hatine revandin navê 7 kesan wiha ne: Ehmed Xelîl Faris, Qadir Sebrî Faris, Ehmed Mihemed Îbrahîm, Xelîl Osman, Selah Osman, Necîb Kurdî, Mihemed Hisên Beko, Subhî Omer û Şukrî Omer.

Ji Adara 2018'an û vir ve li Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, rejîmeke çete û terorê heye. Bi rêk û pêk sûcên şer tê kirin. Bajar veguheriye qadeke welê ku her roj mirov têne revandin, înfazkirin, êşkence li mirovan tê kirin, talan û koçberiya bi zorê tê kirin.