Dagirkeran di meha Çileyê de li Efrînê 4 kes qetil kirin

Dewleta Tirk a dagirker di meha Çileyê de li Efrînê 4 kes qetil kirin û zêdeyî 50 kes revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn û Sûriyeyê bîlançoya sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên meha Çileyê  parve kir.

Li gorî rêxistinê dewleta Tirk û çeteyên wê 2 jin di nav de bi giştî 4 kes qetil kirin û 15 jê jin û 2 zarok 53 kes jî revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bal kişand ser guhertina demgorafî jî û da zanîn ku dagirkeran bi desteka rêxistina bi navê Orang avahiyeke mêtîngeriyê li gundê Qetmê yê navçeya Şerayê ava kir û li goristana Şehîdan a li gundê Qaziqlî yê navçeya Cindirêsê jî avahiyeke din a mêtîngeriyê ava kir.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê goristana Şehîdan wêran kiribû.