Dagirkeran dest bi dizîna zeytûnên Efrînê kirine

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê zeytûnên gelek gundiyan didizin.

Efrîn a bi zeytûnên xwe bi nav û deng, li bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Li aliyekê bi awayekî sîstematîk li dijî sivîlan sûên şer tên kirin, li aliyê din zeytûnên li herêmê bi domdarî tên dizîn û talankirin.

Li herêmê li gel hatina demê berhevkirina zeytûnan re, fikarên xelkê Efrînê zêde dibin. Sala borî zeytûnên li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn dizîn, firotibûn welatên Ewropayê.

Îsal jî bi demê berhevkirina zeytûnan re, fikarên gel di cih de bûn û dagirkeran dest bi talan û dizîna zeytûnan kirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê koma çete ya bi navê El Nûhbe ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker, dest bi dizîna zeytûnên Efrîniyên neçarî koçberiyê bûne, kirine.

Çavkaniyên li navçeya Mabatayê jî diyar kirin ku li gundê Şêxûka zetûnên Mihemed Seydo yê hê jî li gund e, hewl dane ku zeytûnên wî bidizin.

Koma çete ya bi navê Hamzat a li navçeya Mabata ya Efrînê, ji bo her darekê, ji gelek gundan 2 dolar bac xwestiye.

Hate ragihandin ku dagirker hewl dane ku berhemên gundên Cuqê, Marata, Xelnêrê, Keferşîl, Gazê, Bablît û Kukebê jî bidizin.

Her wiha polîsên ku dewleta Tirk ew avakirine jî, bi gotina ‘em zeviyên we diparêzin’ serê her zeviyekê 1000 lîreyê Sûriyeyê girtine.

Çavkaniyeke din a li navçeya Mabatayê diyar kir ku koma çete ya bi navê El Şamiye li gundê Mîrkan dest danîne ser zeytûnên sivîlên ku koçber bûne.

27’ê Îlonê li gundê Hêkêçê ya navçeya Şiyê ya Efrînê nêzî sed darên zeytûnê yên sivîlê bi navê Mihemed Silêman Îbrahîm hatibû birîn. Di serî de darên li Efrînê û deverên din tên birîn ji bo bazirganên li Tirkiyeyê tên firotin.